Duh li parêzgeha Diyalayê ya Îraqê bi êrîşeke asmanî baregeheke leşkerî ya Heşdî Şebiyê hat bombebarankirin.
Çavkaniyên ewlehiyê yên herêmê û berpirsên Heşdî Şebiyê dibêjin li Diyalayê baregeheke leşkerî hatiye bombebarankirin.
Hat ragihandin ku di êrişa asmanî de teqînên bihêz çêbûne.
Di encamê de 4 endamên Heşdî Şebiyê hatine kuştin û 8 endam jî bi giranî birîndar bûne.
Êriş li navçeya Şarebanê ya parêzgeha Diyalayê pêk hat.
Berdevkê Birêvebiriya Polîsan a Diyalayê Heysem Selman Şemerî li ser mijarê daxuyaniyek da.
Heysem Selman Şemerî piştrast kir ku piştî êrişê gelek ambulans û hêzên ewlehiyê çûne cihê bûyerê.
Lê hîn jî ne diyar e ka êriş ji aliyê kê ve û bi kîjan rêbazê hatiye kirin.
Her wiha Fermandariya Operasyonên Diyalayê ya Heşdî Şebiyê jî lêkolîn dane dest pê kirin ji bo ku bizanibin êriş bi dronê yan jî bi mûşekê hatiye kirin.
Hêjayî bîrxistinê ye koma çekdar a Iraqê ya bi navê "Seraya Ewliya El Dem" baregeha leşkerî ya DYA ya Vîktoriya ya li balafirgeha Bexdayê ya Navneteweyî bombebaran kiribû.
Êrîşên li ser Îranê re Îraq jî her ku diçe tevlîhevtir dibe. Gelek komên li Îraqê bi rêxistin kirîne li hember DYA û Îsraîlê gef dixwin û sonda tolhildanê didin.