Di salekê de 1800 kes li Îranê hatine darvekirin

Wezareta Derve ya Amerîkayê destnîşan kir ku Komara Îslamî tenê di 48 demjimêran de zêdetirî 17 girtî darve kirine û diyar kir ku ev kiryar beşek ji siyaseta tirsandin û tepisandina civakê ye. Ajansa Nûçeyan a Çalakvanên Mafên Mirovan (HRANA) jî bîlançoya darvekirinan a hefteyekê, eşkere kir.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Cezayên darvekirinan li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê di nav zêdebûneke xeternak de ye.

Li gorî Wezareta Derve ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê; tenê îsal zêdetirî 1800 kes li Îranê hatine darvekirin.

Ev amar li gor Waşingtonê, rewşa herî zehmet a mafên mirovan li Îranê nîşan dide.

Hesabê Farisî yê Wezareta Derve ya Amerîkayê, li ser tora civakî ya X destnîşan kir ku Komara Îslamî tenê di 48 demjimêran de zêdetirî 17 girtî darve kiriye.

Her wiha di nivîsê de behsa rewşa hejmarek girtiyên din tê kirin ku li gorî Wezaretê; tenê ji ber ku li dijî neheqiyê axivîne û mafên bingehîn xwestine, li benda darvekirinê ne.

Peyam bi gotina ku civaka navneteweyî nikare li hember vê pêvajoyê bêxem bimîne bi dawî dibe.

Wezareta Derve ya Amerîkayê tekez dike ku jiyana mirovan a ku tê girtin sûcek e û her bêdengiyek dê rê li ber tundûtûjiyeke zêdetir veke.

Hrana: Di heftiyekê de 12 kes hatine darvekirin

Têkildarî darvekirinan, Ajansa Nûçeyan a Çalakvanên Mafên Mirovan (HRANA) raporek weşand û eşkere kir ku di rojên dawî de, 12 girtî di zindanên Îranê de hatine darvekirin.

Ev rapor bi hûrgulî behsa darvekirina 12 kesan bi tawanên têkildarî kuştin û sûcên narkotîkê dike:

Di 25'ê kanûnê de, 3 kes hatin darvekirin. Nasnameya wan, wiha ye:

Emîn Safarî, bi tawana têkiliya wî bi madeyên hişber re, li Girtîgeha Bocnûrdê.

Mecîd Xanî, bi tawana kuştinê, li Girtîgeha Sarî.

Heşmet Beygî, bi tawana têkiliya wî bi madeyên hişber re, li Girtîgeha Ferdewsê.

Her wiha, di 24'ê kanûnê de:

Behruz Şêxî, bi tawana kuştinê, li Girtîgeha Behbehanê û Yarmuhemed Selcûqî jî bi tawanên têkildarî madeyên hişber, li Girtîgeha Taybadê hatin darvekirin.

Di 23'yê kanûnê de jî 6 kes hatin darvekirin, nasnameya wan:

Sepehr Moradî, li zîndana Mahşehr

Celal Taherî , li zindana Bokanê

Hebîb Amûrî, li Girtîgeha Sepidar

Afşîn Tûsî, li Girtîgeha Quçanê

Mîlad Newrozî, li zindana Nûşehrê

Yadollah Almasî, li Girtîgeha Keşmarê

Her wiha, roja yekşemê, 21'ê kanûnê, Rastîn Keramî bi tawana kuştinê li Zindana Sine hat darvekirin.

Heta dema vê raporê, darvekirina van girtiyan bi fermî ji aliyê rayedarên girtîgehê yan saziyên peywendîdar ve nehatiye ragihandin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye