Artêşa Îsraîlê di çarçoveya "Herêma Ewle" de, êrîşên xwe li dijî Libnanê berfirehtir dike.
Vê sibê, artêşa Îsraîlê operasoyeke leşkerî ya berfireh li dijî Libnanê ragihandn.
Destpêkê, Îsraîlê banga valakirina malan li çend gundên başûrê Libnanê kir.
Paşê, artêşê da zanîn ku 3 lîwayên leşkerî di bin sîwana firqeya 36'an de ev operasyon bi rê ve birin.
Li gorî artêşê, ev operasyon bersiveke zêdebûna êrîşên Hizbullahê ye.
Balafirên şer û tankên Îsraîlê gundên li derdora çemê Lîtanî bombebaran kirin.
Artêşa Îsraîlê keleha Şiqêf kontrol kir
Di seatên destpêkê yên operasyonê de, artêşa Îsraîlê ragihandin ku wê keleha Şiqêf kontrol kir.
Ev derbasbûna Îsraîlê ya nava Libnanê, ya herî kûr e ku di zêdeyî çaryeka sedsalê de pêk hatiye.
Ev kontrol roleke girîng dide Îsraîlê ku êrîşên xwe pêk bîne.
Artêşa Îsraîlê li vir nesekinî û hîna jî bi pêş ve çû.
Di êrîşên Îsraîlê yên li dijî gundên başûrê Libnanê de, çend sivîl hatin kuştin û birîndarkirin.
Îsraîlê ji sînorê xwe 40 km derbasî Libnanê bûye
Di heman demê de, artêşa Îsraîlê hişyarî da niştecihên gundên herêma başûrê çemê Zehranî yê li Libnanê.
Artêşa Îsraîlê ji wan xwest ku ji herêma navborî ya ku nêzîkî 40 kîlometreyan ji sînorê bi Îsraîlê re dûr e, ji malên xwe derkevin.
Israel Katz: Keleha Şiqêf bû beşek ji herêma ewlehiyê
Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Israel Katz li ser keleha Şiqêf daxuyaniyek da.
Israel Katz ragihand ku keleha stratejîk niha bû beşek ji herêma ku jê re ‘‘Herêma Ewlehiyê’’ tê gotin.
Benjamin Netanyahu: Em vegeriyan Şiqêf û ji berê bihêztir
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu jî li ser operasyonê daxuyanî da.
Benjamin Netanyahu diyar kir ku hêzên wan Şiqêft kontrol kirin û wiha lê zêde kir:
"Bi awayekî cuda û ji her demê bihêztir, em vegeriyan keleha Şeqîf."
Netanyahu da zanîn ku vegerandina ewlehiyê ji bo niştecihên bakurê Îsraîlê, dê bêtir demê bixwe.
Benjamin Netanyahu behsa kuştiyên endamên Hizbullahê kir û wiha got:
"Artêşa me di meha borî tenê de nêzîkî 700 endamên Hizbullahê kuştine.
Hejmara giştî ya endamên Hizbullahê yên ku ji destpêka şer ve hatine kuştin, gihîştiye nêzîkî 8000 kesan."
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu da xuyakirin ku benda tirsê şikest û got:
"Em li hemû eniyan, li Sûriye, Xeze û Libnanê dixebitin.
Me herêmên ewlehiyê li derveyî sînorên xwe ava kirine, da ku xaka xwe biparêzin."