Lehiya Feratê ziyan li 3 hezar û 769 malbatan kiriye

Bîlançoya lehiya Reqa û Dêra Zorê eşkere bû. Wezareta Rewşên Awarte û Rêveberiya Bobelatan a Sûriyê ragihand ji ber lehiya çemê Feratê ya li Reqa û Dêra Zorê, bandor li 3 hezar û 769 malbatan bûye. Dîsa lehiyê ziyan daye 2 hezar donim deverên berfireh ên zeviyên çandiniyê û 28 stasyonên avê ji xizmetê derxistine.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Bîlançoya lehiya li Reqa û Dêra Zorê eşkere bû.

Ji ber zêdebûna herikîna ava çemê Feratê ji Tirkiyê û zêdebûna berdana avê ji bendavan, li parêzgehên Reqa û Dêra Zorê di rojên dawî de lehî rabû.

Wezareta Enerjiyê ya Sûriyê ragihand ku wan 4 deriyên rijandinê li bendava Feratê vekirine.

Wezaretê diyar kir ku wan bi vê gavê, avahiya bendavê û pergala berhemdana kehrebeyê parastin û fişara avê ya ji ber bilindbûna asta avê sivik kir.

Ziyan bi giranî li parêzgeha Dêra Zorê bûye.

Li gorî amara destpêkê ku îro ji hêla parêzgarê Dêra Zorê ve hat ragihandin, hejmara malbatên bandorbûyî yên li gundewarên rojava û rojhilat gihîştiye 3 hezar û 769 malbatan.

Di heman demê de, bi hezaran hektar erdên çandiniyê binav bûne.

Hat ragihandin ku 1075 xanî ziyan dîtine.

Her wiha  42 pompeyên çandiniyê yên saziyên hikûmetê û 410 pompeyên taybet binav bûne, 28 stasyonên avê bi tevahî wêran bûne û bi awayekî beşî ziyan li 39 stasyonên din bûye.

Li parêzgeha Reqayê, lehiyê ziyan gihandiye nêzîkî 2 hezar donim erdên çandiniyê, her weha hin stasyonên avê jî ziyan dîtine.

Her wiha lehiyê çend pirên demkî (bendên axê) yên li deverên gundewarî yên Reqa û Dêra Zorê, bi taybetî yên ku gundên li her du qiraxên çem bi hev ve girê didin, li ber avê çûne.

Wezareta Rewşên Awarte û Rêveberiya Bobelatan a Sûriyê ragihand ku asta ava çemê Feratê vegeriyaye rewşa xwe ya asayî.

Wezaretê diyar kir ku heta niha pêlên lehiyê yên nû nehatine dîtin.

Wezareta Enerjiyê diyar kir ku piştî metirsiya yekser derbas bû, kêmkirina berdana avê dest pê kiriye.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – Nuce 24