Tirs û tevliheviyeke berfireh li deverên mezin ên bakur-rojhilatê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê belav bû.
Ajansa NASA’yê ragihand ku roja şemiyê li bakur-rojhilatê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê stêrkeke rêjyar hat xwarê.
Ji ber teqîna bi hêza 300 tonî TNT, dengeke bilind çêkir û li seranserê herêmê deng veda.
Cîgira berpirsê nûçeyan a NASA’yê Cênîfer Dorîn got ku agir, saet 2'ê piştî nîvro, li bakur-rojhilatê Masiçyusit û li başûr-rojhilatê New Hampshire ji hev belav bû.
Her wiha Cênîfer Dorîn destnîşan kir ku topa agir tiştekî xwezayî bû û ji ber vegera bermahiyên fezayê yan peykekê çênebûbû.
Stêrka rêjyar, dema ku ji hev ket, bi leza 120,000 kîlometreyî di saetekê de li bilindahiya nêzîkî 64 kîlometreyan dimeşiya.
Teqînên ji nişka ve, bûn sedem ku li nav niştecihan tirseke mezin çêbibe.
Di heman demê de, bikarhînerên medyaya civakî ragihandin ku hêza teqînê ewqasî mezin bû ku bû sedema hejîna malan.