Rewşa Sûdanê ji aliyê aborî, siyasî û civakî ve, roj bi roj xerabtir dibe
Kenala Erebiyê ragihand ku artêşa Sûdanê li bajarê Ebyedê dronên leşkerên Piştgiriya Lezgîn anîn xwarê.
Duh jî, artêşa Sûdanê ragihand ku wan dorneke din li wîlayeta Nîl Ebyedê bêbandor kirin.
Hemwextî van êrîşan, welatiyên Sûdanê bi bobelateke mirovî re rûbirû ne.
Beriya 2 rojan, 3 raporan der barê bobelatê de got ku Sûdan ber bi qonaxeke mirovî ya xeternak ve diçe.
Bernameya Xwarinê ya Cîhanî, Sindoqa Niştecihan a Neteweyên Yekbûyî û Ofîsa Komîserê Bilind ê Penaberan a Neteweyên Yekbûyî ev rapor dan.
Raporan got ku krîza Sûdanê êdî ne tenê bi şer sînordar e, lê veguheriye krîzeke mirovî ya piralî jî ku ewlehiya xwarinê, tenduristî, parastin, koçberî û karûbarên bingehîn jî digire nava xwe.
Bernameya Xwarinê ya Cîhanî da zanîn ku ji ber şer, rawestandina bazaran kirîza xwarinê girantir kiriye.
Bernameyê da zanîn ku nêzîkî 19.5 milyon kes, ango ji her 5 kesan 2 kes li Sûdanê bi asteke tûj a bêewlehiya xwarinê re rûbirû ne.
Ji wan, nêzîkî 135 hezar kesî li 14 deverên germ ên li eyaletên Darfûr û Kordofana Başûrî, bi şert û mercên bobelatî re rûbirû ne ku di bin gefa xeteriya birçîbûnê de ne.
Her wiha zêdeyî 5 milyon kesî di qonaxa awarteya xwarinê de tên dabeşkirin.
UNFPA: Herî zêde jin û zarok ziyanê dibînin
Sindoqa Niştecihan a Neteweyên Yekbûyî (UNFPA) li ser xerabûna rewşa jin û keçan hişyarî da û krîza Sûdanê wekî krîzeke mirovî ya herî mezin a cîhanê bi nav kir.
Di raporê de hat gotin ku jin û keç bi rîskên zêde yên têkildarî tundiya li ser bingeha zayendî û cinsî re rûbirû ne, di nav kêmbûna gihîştina lênêrîna tenduristiyê ya bingehîn û xizmetên parastinê de.
Di raporê de hat destnîşankirin ku hejmareke mezin ji jinên ducanî di gihîştina lênêrîna bijîşkî de zehmetiyê dikişînin, di heman demê de jin û zarok rêjeya bilind a koçberan digirin ku di şert û mercên mirovî yên pir dijwar de dijîn.
Her wiha Sindoqa Niştecihan a Neteweyên Yekbûyî bal kişand ser valahiyeke girîng a fînansmanê ku şiyana wê ya ji bo dabînkirina hewcedariyên mezin sînordar dike.
Sindoqa Niştecihan diyar kir ku çavkaniyên liberdest ji hewcedariyên mirovî yên pêwîst ji bo sala heyî pir kêmtir in.
Ofîsa Komîserê Bilind ê Penaberan a Neteweyên Yekbûyî got ku ji ber bandorên mirovî yên şer zêde dibin, welatiyên Sûdanî ber bi welatên cîran, bi taybetî Çad û Sûdana Başûrî ve koçberê dibin.