Partiya Karkeran ku piştî di hilbijartinên xwecihî de têkçûneke mezin jiyan kir yek bi yek endam û rayedarên wê îstîfa dikin.
Li gorî Rojnameya The Guardian, zêdetirî 100 parlamenterên Partiya Karker nameya ku "niha ne dema şerê serokatiyê ye" îmze kirin.
Rojnameyê ragihand ku hejmara îmzekaran her roj zêde dibe.
Di nameyê de wiha hat gotin: "Hefteya borî me encameke hilbijartinê ya pir dijwar û bi êş bi dest xist.
Ev nîşan dide ku gelek kar li pêşiya me ye ku em baweriya hilbijêran ji nû ve bi dest bixin."
Rojnameyê ragihand ku Wezîrê Tenduristiyê yê Brîtanyayê Zubair Ahmed ji posta xwe îstifa kiriye û bang li Starmer kiriye ku dest ji kar berde.
Zubair Ahmed di nameya îstifaya xwe de ya ku li ser platforma X`ê hatiye weşandin de got:
"Di van çend rojên dawî de eşkere bû ku xelkê li seranserî Brîtanyayê, bi awayekî bêveger baweriya xwe bi we wekî Serokwezîr winda kirine."