Di lehiyên li Efxanistanê de 29 kes mirin û 129 jî birîndar bûn

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ragihand ku di encama lehiyên li seranserî Efxanistanê 29 kes mirine û 129 kesên din jî birîndar bûne.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Ajansa Nûçeyan a Mehr diyar kir ku ofîsa WHO ya li Efxanistanê da zanîn ku lehiyên ku vê dawiyê li hin deverên Efxanistanê rabûne, bûne sedema mirin, birîndar û windabûna gelek kesan.

Li gorî rapora ofîsa WHO, gelek parêzgehên Efxanistanê ji ber lehiyan bandor bûne û ziyanên canî û madî yên berfireh dîtine.

WHO eşkere kir ku tenê li parêzgehên Nuristan û Lagman herî kêm 300 malbat bandor bûne.

Rêxistinê zêde kir ku wê digel hevkarên xwe yên di sektora tenduristiyê de hevrêzî kiriye û 3 tîmên bijîşkî yên mobîl (gerok) şandine, da ku xizmetên bijîşkî bidin kesên ku ji lehiyê bandor bûne.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye