Şerê Rûsya û Ûkraynayê gûrtir dibe: 14 sivîl hatin kuştin

Li herêmên Xerson û Xarkovê yên Ûkraynayê, di encama êrîşên mûşekî û dronî yên Rûsyayê de herî kêm 14 kes jiyana xwe ji dest dan û bi dehan kes birîndar bûn. Li aliyê din, Ûkraynayê bi sedan dronan êrîşî paytext Moskovayê û navendên stratejîk ên Rûsyayê kir.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li herêma Xersonê ya Ûkraynayê, droneke artêşa Rûsyayê otobûseke sivîlan hedef girt û di encamê de herî kêm 4 kes jiyana xwe ji dest dan.

Herwiha li herêma Xarkovê jî mûşekeke Rûsyayê li devereke niştecihan da û bû sedema kuştina 10 sivîlan û birîndarbûna 18 kesên din. Di van êrîşên dawî de ku tê de bi dehan dron û mûşek hatin bikaranîn, Rûsyayê rasterast avahiyên sivîl, dikan û navendên enerjiyê yên Ûkraynayê hedef girtin da ku binesaziya welat lawaz bike.

Li dijî van derbeyan, artêşa Ûkraynayê jî bersiveke tund da û yek ji êrîşên herî mezin ên dronî bir ser herêma Moskovayê. Berpirsên Rûs ragihandin ku bi sedan dron ber bi paytextê ve hatine şandin û her çend piraniya wan hatibin xistin jî, li hin deveran agir derketiye û zirar gihîştiye avahiyan.

Ûkrayna ku êrîşên xwe yên li herêmên Tula û Nizhny Novgorodê jî zêde kirine, bi taybetî navendên leşkerî, sîstemên enerjiyê û parzûngehên neftê yên Rûsyayê hedef digire. Tevî hewldanên dîplomatîk ên ji bo rawestandina şer, li ser erdê pevçûnên dualî her ku diçe dijwartir dibin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye