Gumanbarên diziya tacên Fransî hatin girtin

Du gumanbarên ku bi tohmeta dizîna tacên Fransî yên li Muzexaneya Louvre ya Parîsê hatibûn girtin, sûcên xwe îtraf kirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li gorî daxuyaniya ji ofîsa dozgeriyê ya Fransayê hat ragihandin ku zêrên hatibûn dizîn hîn nehatine dîtin.

Hat eşkerekirin ku ji gumanbaran yek 34 salî ye û ji Cezayire ye û gumanbarê din jî 39 salî ye û ji Parîsê ye.

Gumanbaran dema ku hewl didan ji welêt derkevin li Balafirgeha Charles de Gaulle hatine girtin.

Her wiha di nav zêrên ku hatine dizîn de gerdenbendek, guharên ji zumrûdê ku Napoleon weke diyarî ji hevjîna xwe ya duyem re anîbû û setên taca elmas, safîr ên Keybanû Marie-Amélie û Keybanû Hortense jî hebûn.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye