Amerîka destpêkirna qonaxeke nû ya şerê li dijî Îranê ragihand.
Wezîrê Karên Derve yê Dewetên Yekbûyî yên Amerîkayê Marco Rubio, di derbarê vê yekê de li Qesra Spî daxuyaniyek da.
Marco Rubio diyar kir ku di şer de “qonaxa êrîşê” bi dawî bûye û operasyon qediya û got:
“Washington êdî di qonaxa parastinê de ye û di vê çarçoveyê de operasyoneke nû ya bi navê “Projeya Azadiyê” ketiye dewrê”.
Rubiyo diyar kir ku ev operasyona “Projeya Azadiyê” armanc dike ku rê ji keştiyên ku li Tengavê asê mane veke û wiha domand:
“Hêzên Amerîkayê wê yekser êrîş neke, lê belê eger bibin hedef wê “Bi rengekî kujer” bersivê bide.”
Trump: Me operasiyonên Projeya Azadiyê demkî rawestandiye
Serokê DYA’yê Donald Trump da zanîn ku operasyonên ku di çarçoveya “Projeya Azadiyê” de têne birêvebirin, bi rengekî demkî sekinandiye.
Ev yek jî, li gorî wî, ji bo dayîna derfeteka Îmzekirina peyemekê bi Îranê re ye.
Trump her wiha diyar kir ku biryara rawestandina operasyonê di destpêkê de Pakistan li ser daxwaza hin welatan hatiye wergirtin.
Her wiha di derbarê dan û standinên bi Îranê re jî, Trump destnîaşn kir ku di dan û standinan de “pêşketineke mezin” heye û ji bo lihevkirineke gengaz pêk were, ev gav hatine avêtin.
Hate ragihandin ku DYA’yê dorpêça li ser benderên Îranê ji 13’ê nîsanê û vir ve dewam dike.
Îranê li Tengava Hurmizê sîstemeke nû ya trafîkê xistiye dewrê
Îranê jî ji b zêdekirina kontrola li ser Tengava Hurmizê gaveke nû avêt.
Rêveberiya Tehranê ragihand ku ji bo keştiyên ji tengavê derbas bibin, sîstemeke nû ya trafîkê xistiye dewrê.
Li gorî vê yekê, keştî beriya derbas bibin wê ji Otorîteya Tengava Kendava Basrayê bi rêya e-mailê, agahiyê werbigirin û ji bo destûran transît jî wê neçar bimînin ku serlêdanê bikin.
Li gorî medyaya dewletê ya Îranê sîstem di pratîkê de kete meriyetê.”