CENTCOM’ê bi daxuyaniyekê ragihand, keştiyeke neftê ya Îranê ku vale bû, dema dixwest sînorên dorpêça deryayî ya Amerîkayê derbas bike û ber bi benderên Îranê ve biçe, hat hedefgirtin û ji kar ket.
Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin piştî ku xebatkarên keştiya bi navê Hesna guh nedane hişyariyên hêzên deryayî yên Amerîkayê, ew hatiye hedefgirtin.
Di dawiyê de jî hatiye diyarkirin ku dorpêça deryayî ya Amerîkayê ya li ser benderên Îranê berdewam e û wê hêzên wan erka xwe pêk bînin.