Raportora taybet a Îranê: Darvekirina Golî Kuhkan rawestînin

Raportora taybet a Îranê ya Neteweyên Yekbûyî Mai Sato, daxuyaniyek da û bang li rayedarên Komara Îslamî ya Îranê kir ku biryara darvekirina Golî Kuhkan rawestînin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Mai Sato li ser hesabê xwe yê  X`ê diyar kir ku jina bi navê Golî Kuhkan, di 12 saliya xwe de bi zorê hatiye zewicandin. 

Raportora taybet a Îranê destnîşan kir ku Golî Kohkan bi salan di bin tundûtûjiya fîzîkî û psîkolojîk a giran ya hevjinê xwe de jiyaye û di sala 2018'an de, piştî ku hevjinê wê êrîşî wê kiriye di encama şerê derketiye de hevjîna wî miriye.

Dadgehên Îranê piştî bûyerê cezayê darvekirinê lê birîn û tê gotin ku di vê mehê de ango di Kanûnê de were pêkanîn.

Mai Sato tekez dike ku Golî Kuhkan hem qurbaniya tundûtûjiya navmalî ye û hem jî qurbaniya pergala edaletê ye û bicîhanîna cezayê wê dê sembola neheqiyek kûr be.

Lewma jî bang li rayedarên Komara Îslamî ya Îranê kir ku biryara darvekirina Golî Kuhkan rawestînin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye