Li Idlibê teqîn: 5 kes hatin kuştin

Li Idlibê li kêleka geracê ya li navenda bajêr teqînek çêbû.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

 Medyaya Sûriyeyê ragihand ku li bajarê Idlibê yê bakurê rojavayê Sûriyeyê teqînek di cebilxaneyeke leşkerî de rû daye.

Li gorî agahiyên destpêkê di encama teqînê de  5 kesan jiyana xwe ji dest dan û bi dehan kes jî  birîndar bûne.

Rêveberiya Operasyonên Lezgîn a Herêmî jî piştrast kir, di encama teqînê de hejmareke nediyar a kuştî û birîndar hene.

Heta niha sedema teqînê bi awayekî fermî nehatiye zanîn û sazî û dezgehên fermî yên hikûmeta Sûriyeyê jî derbarê bûyerê de ti daxuyanî û agahiyên fermî belav nekirine.

 

 

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24