Çelîk: Em Sûriyeke yekgirtî dixwazin

Piştî civîna Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya AKP'ê Berdevkê partiyê Omer Çelîk daxuyaniyek da û têkoşîna ji bo mafên Durzî, Elewî û Kurdan li Sûriyê wekî "sê tehdîd" bi nav kir. Omer Çelîk daxwaza çekberdanê ya QSD'ê dubare kir û got, "Em Sûriyeke yekane û neparçekirî dixwazin. Ev yek divê di çarçoveya têgeha yek welat, yek artêş, yek dewlet de were bidestxistin."

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Cîgirê Serokê Giştî yê AKP'ê û Berdevkê Partiyê Omer Çelîk piştî Civîna Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ku di bin serokatiya Serokkomar û Serokê Giştî yê AKP'ê Recep Tayyip Erdogan de pêk hat, daxuyanî da.

Çelîk salvegera hilweşîna Rejîma Baas'ê bi bîr xist û piştgiriya xwe ji bo hikûmeta Sûriyê dubare kir, diyar kir ku Sûriye niha bi "dijwariyên hîn mezintir" re rû bi rû ye.

Omer Çelîk diyar kir ku "Sûriye bi sê gefên navxweyî re rû bi rû ye," û wan wekî "serhildanek plankirî li dijî hikûmeta heyî ya Sûriyê li herêma Lazkiyeyê ji hêla hêmanên ji rejîma Esed mane ve", "rêberê raya Durzî yê alîgirê Siyonîst li başûr ku Durziyan temsîl nake", û "çalakiyên di çarçoveya avahiyên QSD û PYD de" rêz kir.

Çelîk, bêyî ku behsa êrîş û komkujiyên ku ji aliyê hikûmeta demkî ya Sûriyê ve li dijî Elewiyan li bajarên peravê û Durzîyan li parêzgeha Siweydayê hatine kirin bike, îdia kir ku tiştên ku li van herêman diqewimin ti eleqeya wan bi Durzî û Elewiyan re tune ye.

Berdevkê Partiyê Omer Çelîk xwepêşandan û daxwazên mafên Elewiyan li dijî hikûmeta veguhêz ya Sûriyê wekî "kiryarên terorîstî" bi nav kir.

 Çelîk îdîa kir ku QSD nûnertiya kurdan nake

Omer Çelîk Hêzên Sûriya Demokratîk wekî gefa sêyem bi nav kir û îdîa kir ku QSD'ê kirinên xwe wek destkeftiyên Kurdan nîşan dide lê QSD nunertiya Kurdan nake.

Heman demê de îdia kir ku argumanên rayedarên QSD'ê yên li ser komkujiyên li dijî Elewî û Dûrzî yên ku heman tehdîdê re rû bi bû ne, ji bo nehêlana çekan e.

Çelîk dubare kir ku biryara PKK'ê ya danîna çekan, QSD'ê jî di nav xwe de digire û got, "Çawa ku bêçekbûn li seranserê Iraqê pêwîst e, divê hebûna QSD'ê li Sûriyê jî bi dawî bibe."

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye