Erdogan: Hilbijartina pêşwext di rojeva me de nîne Ozgur Ozel: Sandoq dê were ber vî gelî

Erdogan, piştî Civîna Kabîneya Serokkomariyê axivî û deriyê nîqaşên hilbijartina pêşwext girt û bal kişand ser girîngiya rapora ku di çarçoveya pêvajoyê de hatiye amadekirin. Piştî serdana DEM Partiyê, Serokê Giştî yê CHP`ê Ozgur Ozel diyar kir ku li her derê ku vîna hilbijêran nayê naskirin, ew “îstifakirina parlamenteran” difikirin.

reset font size increase font size

Li Tirkiyê rojeva pêvajoya çareserkirina pirsgirêka Kurd li pêşe.

 

Dîsa ev demek e ku ji aliyê partiya muxalefetê ya sereke CHP`ê ve hilbijartinên pêşwext jî tên rojevkirin.

  

Duh Kabîneya Tirkiyê bi serokatiya Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan civiya.

 

Beriya civîna kabîneyî jî Serokê Giştî yê CHP`ê Ozgur Ozel serdana DEM Partiyê kir.

 

Erdogan, piştî Civîna Kabîneya Serokkomariyê derket pêşiya kamerayan.

 

 

Erdogan: Kes nikare rojevekê li ser me ferz bike

 

 

Erdogan bangên mixalefetê yên ji bo hilbijartina pêşwext wekî “rojevên çêkirî” bi nav kirin.

 

Wî destnîşan kir ku dê hikûmet girêdayî salnameya xwe bimîne.

 

Erdogan got:

 

“Ez dixwazim bê zanîn ku di demeke nêzîk de, ne di rojeva hikûmeta me ne jî di ya miletê me de hilbijartina pêşwext an jî ya navber nîne. Kes nikare rojevekê li ser me ferz bike.”

 

Pêvajo

 

Erdogan, li ser pêvajoya ku ji bo xurtkirina aştiya navxweyî ya Tirkiyê hatiye destpêkirin agahî dan.

 

Erdogan, diyar kir ku 17 mehên pêvajoyê li pey xwe hiştine û Komîsyona di bin banê Parlamentoyê de rapora xwe ya dawî temam kiriye.

 

Erdogan, wiha pê de çû:  “Komîsyona me bi rapora xwe ya dawî ya ku bi ruhê lihevkirinê nivîsandiye û pesend kiriye asoyek da pêvajoyê.

 

Di saziya siyasetê de li ser wê yekê ku pêvajo li ser bingeha aqilê selîm bê birêvebirin, lihevkirineke giştî çêbûye.”

 

 

Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatimogulları û Tuncer Bakirhan, ligel Serokê Giştî yê CHP'ê Ozgur Ozel, piştî hevdîtinê civîneke çapemeniyê ya hevpar li dar xistin.

 

 

Ozgur Ozel: Şert û mercên hilbijartina navber guncav in

 

 

Ozel diyar kir ku CHP di bin êrîşeke giran de ye û wiha axivî:

 

“Hûn rêzê li vîna gel nagirin. Sandoq dê were ber vî gelî, em ê ji bo hatina wê çi pêwîst be bikin.

 

Şert û mercên hilbijartina navber guncav in. 8 kursiyên vala hene.

 

Heke li herêma ku vîna hilbijêran lê hatiye xespkirin sandoq were danîn, bila gel gotina xwe bêje.

 

Heke 22 parlamenter îstifa nekin hilbijartin nabe neyê gotin, dê hilbijartin bibe. Anayasa wiha dibêje”

 

 

Tulay Hatîmogullar: Divê yasaya çarçove bi lez amade bibe

 

 

Tulay Hatîmogullari jî di civîna çapemeniyê de têkildarî Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de axivî.

 

Tulay Hatimogullari, diyar kir ku ev pêvajo ne tenê di navbera AKP û DEM Partiyê de ye, pêvajoya 86 mîlyonî ye û got:

 

“Me nirxand ku heta îro çi gav hatine avêtin û li ku derê kêmasî hene.

 

Divê pakêtên qanûnî û yasaya çarçove bi lez werin amadekirin.

 

Ez spasiya CHP'ê, bi taybetî Ozgur Ozel û Ekrem Îmamoglu dikim ku ji destpêkê ve bi samîmiyet piştgirî dan vê pêvajoyê.”

 

Tulay Hatimogullari derbarê yasaya çarçove de jî wiha pêde çû:

 

“Em girîngiyê didin ku yasaya çarçove pir berfireh û encamgir be. Divê mirov neyên kategorîzekirin.

 

Ji bo ku pêvajo bi lez bimeşe, divê yasa di çarçoveya herî berfireh de be.”

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye