Tevî ku Serokê Amerîkayê Donald Trump gotibû, dibe ku vê hefteyê lihevkirinek ji bo bidawîanîna şer were kirin. Lê dîsa jî êrîşên Îsraîlê ranewestîya ye.
NETENYAHÛ: ÎRO ŞANDE WÊ BIÇE QETERÊ
Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netenyahû piştrast kir ku wê şandeyeke Îsraîlê îro biçe Qeterê, da ku danûstandinên li ser peymana agirbestê li Xezeyê bidomîne.
"EM GUHERTINÊN HEMAS JI BO AGIRBESTÊ QEBÛL NAKIN``
Her wiha Netenyahû diyar kir ku guhertinên ku Hemas ji bo agirbetê xwestine "nayên qebûlkirin".
Hemas jî berê gotibû ew amede ne ji bo agirbestê, lê bi şertek bingehîn ku şerê Îsraîlê yê li ser Xezeyê bi carekî raweste û venegere.
NETENYAHÛ WÊ SIBE BIÇE WASHINGTONÊ
Li ser vê mijarê û ji bo nîqaşa li ser agirbesta li Xezeyê, sibe wê Netenyahû biçe Washingtonê û bi serokê Amerîkayê Donald Trump re bicive.