Netanyahu diyar kir ku Îsraîl wê serokên Komara Îslamî yên Îranê, bi taybetî jî endamên yekîneyên bijarte yên Supay Pasdaran "bi şexsî bike armanc".
Serokwezîrê Îsraîlê piştî ku bajaroka Aradê ya li başûrê Îsraîlê ku rojek berê bibû armanca êrîşên mûşekan axivî û wiha got: “Em ê êrîşî rejimê bikin. Em ê serokên wan, tesîsên wan û milkên wan ên aborî bi şexsî bikin armanc.”
Wezîrê Enerjiyê li Tahranê ragihand ku binesaziya av û enerjiyê ya Îranê di encama êrîşên DYA-Îsraîlê de zirareke mezin dîtiye.
Artêşa Îsraîlê: Hêzên me êrîşên berfireh li ser Tehranê pêk anîn
Her wiha Artêşa Îsraîlê ragihand ku hêzên wan ên hewayî êrîşên berfireh li ser paytext Tehranê pêk anîne.
Çavkaniyan destnîşan kir ku di hedefan de cihên hilberîn, depokirina çekan û baregeheke leşkerî ya ku ji bo perwerdekirina leşkeran û depokirina pergalên mûşekên dijî-balafiran tên bikaranîn hene.
Artêşa Îsraîlê baregeheke din a wezareta îstîxbaratê û baregeheke awarte ya hêzên ewlehiya navxweyî hedef girt.
Abbas Aliabadi: Binesaziyên av û elektrîkê yên welat zirare dîtine
Li gorî nûçeya ajansa Isna’yê, Wezîrê Enerjiyê yê Îranê Abbas Aliabadi gotiy: “Di encama êrîşên terorîstî û sîber ên ji aliyê DYA û rejîma Siyonîst ve pêk hatine binesaziyên girîng ên av û elektrîkê yên welat zirareke giran dîtine.”
Serokê Meclîsa Îranê: Wêrankirina binesaziyên jiyanî li herêmê armanca me ne
Serokê Meclîsa Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf jî gef xwar ku ger DYA û Îsraîl êrîşî binesaziya Îranê bikin, ew ê hemû binesaziyên jiyanî yên li herêmê wêran bikin.
Qalîbaf got: “Gava ku santralên elektrîkê û binesaziyên welatê me bibin armanc, wê hemû binesaziyên jiyanî, tesîsên enerjî û petrolê yên li herêmê wekî armancên rewa werin qebûlkirin û werin tunekirin.”
Her wiha Qalîbaf destnîşan kir ku êrîşên bi vî rengî wê bihaya petrolê “bi herdemî” bilind bikin.
WHO'yê derbarê tesîsên nukleerî de hişyarî da
Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (RTC/WHO), di daxuyaniyekê de diyar kir ku şerê li Rojhilata Navîn bi êrîşên li nêzî tesîsên nûkleerî yên li Îran û Îsraîlê ketiye “qonaxeke xeternak”.
Dîrektorê WHO’yê Tedros Adhanom Ghebreyesus li ser hesabê xwe yê X’ê daxuyaniyek da û got:
"Êrîşên ku tesîsên nûkleerî dikin armanc, ji bo tenduristiya gel û ewlehiya jîngehê gef e û her ku diçe mezin dibe."
Ghebreyesus bang li hemû aliyan kir ku xwe ji her cure kiryarên ku dikarin bibin sedema bûyerên nûkleerî dûr bixin.