Berdevkê Neteweyên Yekbûyî Stephane Dujarric di konfranseke rojnamevanîiyê de li New Yorkê eşkere kir ku Jean Arnault, nûnerê kesî yê Sekreterê Giştî Antonio Guterres, îro li Tehranê bi Cîgirê Wezîrê Derve yê Îranê Mecîd Takht-Ravançî re civiya.
Stephane Dujarric got ku Arnault her wiha bi nûnerên Heyva Sor a Îranê re civiya û serdana hin deverên sivîl ên ku ji ber êrîşên asmanî yên dawî zirar dîtine kir, di nav wan de zanîngehek û avahiyeke niştecihbûnê ku wêran bûne, hene.
Berdevkê Neteweyên Yekbûyî da zanîn ku ev yek jî, weke beşek ji hewldanên Neteweyên Yekbûyî ji bo bidawîkirina şer, pêk hat.