Ketayîb Seyîd el-Şuheyda, di çarçoveya bersiva êrîşên Amerîkayê li ser komên çekdar ên li Îraqê de banga derxistina balyozxaneya Amerîkayê ji Îraqê kir.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku wek bersivek li beramberî êrîşên hewayî yên Amerîkayê li ser baregeha Seqer ya komên çekdar ên Îraqî ya li Bexdayê, daxwaza derxistina balyozxaneya Amerîkayê ya li Îraqê dikin.
Çavkaniyek ewlehiyê ragihand ku balafirên Amerîkî baregeha ku Lîwaya 14’emîn a Ofîsa Fermandariyê ya Koma Seyîd Şuheda û Lîwaya 6’emîn a Lîwayên Cund Îmamî di nav de ne, hedef girtine.