Wezîrê Şer ê Amerîkayê Pete Hegseth Îro di konfranseke rojnamevaniyî de, eşker kir ku eger rêkeftinek çênebe, Washington amade ye ku hêzên bejahî bişîne Îranê.
Pete Hegseth got ku Trump ti ihtîmalan red nake, di nav de şandina leşkerên bejayî bo Îranê û ev yek jî dema ku danûstandin bi ser nekevin wê pêk were.
Her wiha Wezîrê Şer ê Amrîkayê da zanîn ku şer wê li gor şertên Amerîkayê were rawestandin.
Duh jî, Serokê Îranê Mesûd Pezeşkiyan gotibû ku ti danûstandinên rasterast di navbera Îranê û Amerîkayê de, pêk nehatiye û da zanîn ku şer wê li gorî şertên Tehranê tenê were rawestandin.