Îro di seatên sibehê de, Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku wan pîlotê ku li Îranê balafira wî hatibû xwarê, rizgar kiriye.
Trump di peyamekê de ku berdevka Qesra Spî Caroline Leavitt li ser X’ê weşandiye got ku efserê pergalên çekan ê F-15ê ku roja Înê hatibû xistin birîndar bû, lê dê baş bibe.
"Îsraîlê agahiyên îstîxbaratê da Amerîkayê da ku pîlotê xwe rizgar bike"
Her wiha li gorî Reutersê berpirsekî ewlehiyê yê Îsraîlê got ku Îsraîlê îstîxbarat daye Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê da ku di operasyona rizgarkirina pîlotê li Îranê asê maye de, bibe alîkar.
Karbidestekî Amerîkî jî, got ku di operasyonê de, ku Îsraîlê alîkarî wan kiriye, bi dehan balafirên leşkerî beşdar bûne û rastî berxwedaneke tund a hêzên Îranî hatiye.
Îran: Operasyona rizgarkirina pîlotê windayî yê Amerîkî ne rast e
Berdevkê Barageha Xatem El-Enbîya Îbrahîm Zûlfeqarî da zanîn ku operasyonên rizgarkirina pîlot wendayî yê Amerîkî, bi binketinê bi dawî bûye.
Di heman demê de, Berdevkê Barageha Xatem El-Enbiya got ku wan 2 balafirên Amerîkî yê C-130 û 2 helîkopterên Black hawk îmha kiriye.
"Amerîka hewil dide pîlotê ku li Îranê asê mayî bikuje"
Ajansa Nûşeyan a Tesnîmê ya Îranê jî, belav kir ku çavkaniyeke leşkerî ji wan re, daye xuyakirin ku piştî Amerîka ji dîtina pîlotê li Îran asê maye bêzar bûye, hewl dide wî bikuje.
Li gorî agahiyên ku hatine belavkirin rayedarekî leşkerî yê Îranê piştrast kir ku di operasyona lêgerîna pîlotekî Amerîkî yê windabûyî de li başûrê Îranê çend balafirên Amerîkî hatine armanckirin.