Şerê di navbera Amerîka-Îsraîl û Îranê de, di nav de Îmaratên Yekbûyî yên Erebî, bandoreke mezin li ser gelek welatan kiriye.
Wezareta Parastinê ya Îmaratên Yekbûyî yên Erebî ragihand ku îro pergala parastina asmanî ya Îmaratê 9 mûşekên balîstîk, mûşekek krûz û 50 dronên ku ji Îranê dihatin, têk biriye.
Wezaretê ragihand ku di encama van êrîşan de ti ziyaneke canî cênebûe.
Ji ber êrîşeke asmanî agir bi kargeheke petrokîmyayî ket
Her wiha nivîsîngeha Ragihandinê ya Ebûzebiyê ragihand ku îro sîstema berevaniya asmanî ya Îmaratê êrîşek şkandiye.
ji ber ketina bermahiyên wê êrîşê, di encamê de, agir bi kargeheke mezin a petrokîmyayî ket.
Nivîsgeha Ragihandinê ya Ebûzebiyê li ser hesabê xwe yê fermî yê "X"ê ragihand ku "tîmên peywendîdar li Ebûzebiyê bi kontrolkirina çend şewatan re mijûl bûne.
Nivîsîngeha Ragihandinê ya Ebûzebiyê diyar kir ku karkirin li wê kargehê hatiye rawestandin.
Derbarê ziyanan de jî nivîsgehê diyar kir ku heta niha ti birîndarî yan zirarên canî nehatine tomarkirin.
Katiz: Tehran dê ji bo êrîşên mûşekî berdêlan bide
Li alîyekî din Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yisrael Katz ragihand ku welatê wî li dilê şiyanên hilberîna çek û mûşekan ên Îranê xistiye.
Yisrael Katz di daxuyaniyê de piştrast kir ku hêzên Îsraîlê wê heta pêkanîna armancên xwe yê şer, êrîşên xwe li ser Îranê bidomîne.
Her wiha tekez kir ku Tehran dê ji bo êrîşên mûşekî berdêlên bi êş bide.
Katz hişyarî da ku eger Îran avêtina mûşekan li ser sivîlên Îsraîlî berdewam bike dê binesaziya wê ya neteweyî jî hilweşe.
Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê got ku tesîsên petrokîmyayî di du salên borî de nêzîkî 18 milyar dolar ji bo berjewendiya Pasdarên Şoreşa Îranê qezenc kiriye û ji bo piştgiriya bernameya mûşekî ya Îranê tê bikaranîn.
Tom Barrack: Em ji Şamê dixwazin ku hemû nûnertiyên dîplomatîk biparêzin
Di heman demê de Nûnerê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) yê ji bo Sûriyê Tom Barrack jî li ser hesabê xwe yê X'ê daxuyaniyek belav kir û wiha got:
"Tevkariya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Îmaratê ji hemû aliyan ve ji bo Rojhilata Navîn girîng e.
Her wiha em ji Şamê dixwazin ku hemû nûnerên dîplomatîk biparêze û xebata wêrek a lihevhatinê jî bidomîne."
Îmîratê êrîşa li ser balyozxaneya xwe ya li Sûriyê şermezar kir
Her wiha Îmîratê bi daxuyaniyekê êrîşên li ser balyozxaneya xwe ya li Şamê şermezar kir.
Di daxuyaniyekê de, Wezareta Karên Derve tekez kir ku Îmaratên Yekbûyî yên Erebî bi tundî van kiryarên sabotajê red dike.
Her wiha pêwîstiya parastina avahiyên dîplomatîk, mîsyon û karmendên wan li gorî qanûn û normên navneteweyî, bi taybetî Peymana Viyanayê ya li ser têkiliyên dîplomatîk dibîne.