Di keştiyê de 32 kes hatin rizgarkirin û zêdetirî 70 kes windayî ne û cenazeyên du kesan jî hatin derxistin.
Li gorî ajansa nûçeyan a Îtalyayê ANSA, 32 kesên rizgarbûyî û cenazeyên du penaberan bi keştiyeke dewriyeyê ya aîdî Parastina beravên Îtalyayê birine Girava Lampedusa ya Îtalyayê.
Her wiha hin ji penaberên rizgarbûyî gotine ku di keştiyê de 110 kes hebûn.
Rêxistina Navneteweyî ya Koçberiyê (IOM) jî ragihand ku di navbera destpêka salê û 1'ê Nîsanê de 683 penaber li navenda Deryaya Spî winda bûne.