Serfermandarê artêşa Pakistanê rêzecivîn bi rayedarên Îranê re li dar xistin

Piştî civîna bi Serfermandarê Artêşa Pakistanê Asim Munîr re ku duh gihîştibû Tehranê, daxuyanî ji aliyê rayedarên Îranê ve derketin. Serokkomarê Îranê Mesûd Pezeşkiyan, Sekreterê Konseya Bilind a Ewlekariya Neteweyî ya Îranê Mohsen Rizayî û Serokê Parlamantoya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf bi daxuyaniyên cuda ragihand ku ew hîn jî pabendî peymana têgihaştinê ya bi Amerîkayê re ne. Her wiha van rayedaran got ku divê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê rêbazên xwe yên danûstandina bi hikûmeta Îranê re rast bike. Di heman demê de Asim Munîr jî bang li her du aliyan kir ku şer rawestînin û werin ser maseya danûstandinan.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Duh, Serfermandarê Artêşa Pakistanê Asim Munîr serdan Îranê kir û bi çend rayedarên Îranî yên paye bilind re civiya.

Li gorî agahiyên ku hatine belavkirin Asim Mûnîr di vê serdanê de, bi rengekî cuda bi Serokkomarê Îranê Mesûd Pezeşkiyan, Sekreterê Konseya Bilind a Ewlekariya Neteweyî ya Îranê Mohsen Rezayî û bi Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed baqir Qalîbaf re civiya.

Hat eşkerekirin ku Serokkomarê Îranê Mesûd Pezeşkiyan di civîna bi Serfermandarê Pakistanê re ev yek ragihand:

"Divê Amerîka rêbaza xwe ya danûstandinê bi hikûmeta Îranê re rast bike."

Di civîna di navbera Asim Mûnîr û Sekreterê Konseya Bilind a Ewlekariya Neteweyî ya Îranê Mohsen Rezyî de jî her du aliyan şîroveyên xwe der barê aloziyên Îranê bi Amerîkayê re anîn ziman.

Mohsen Rezyî ev yek di civînê de eşkere kir:

"Em baweriya xwe bi Amerîkayê nayînin.

Divê Amerîka tevgera xwe biguhere û gavên pratîkî biavêje, da ku mercên peymanê bi cih bîne.

Di heman civînê de, Munir diyar kir ku Pakistanê jî ji bo zêdekirina ewlehiyê li ser sînorê di navbera her du welatan de hewldanên girîng kiriye û wiha berdewam kir:

"Êrîşên bi rêya wekîlan, tevî vê navberê jî, berdewam dikin û divê ev pratîk bi dawî bibe.

Hem Tehran û hem jî Washington, rê li ber gihîştina lihevkirinekê digirin.

Pakistan dixwaze krîz bi dawî bibe û alî nagire.

Pakistanê bang li Îranê kiriye ku ji nû ve dest bi bicîhanîna peymana têgihştinê bike."

Her wiha Serokê Parlamantoya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf jî di civîna li gel Serfermandarê Artêşa Pakistanê Asim Munîr de ev daxuyanî da:

"Fişar bandorê li Komara Îslamî nakin.

Em pabendî mercên peymana têgihştinê ne û divê Amerîka jî pabendî bendên peymana têgihaştinê be."

Tevî îmzekirina peymanan jî, Amerîka û Îran hîn neçûne çareseriyeke encamgir.

Ji bo vê jî Amerîka dixwaze bi zextên aborî hin gavan li Îranê bide avêtin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye