13 milyon bermîl petrola başûr çû Ewropa û Amerîkayê

Wezîrê Petrolê yê Îraqê Heyan Ebdulxenî ragihand ku zêdetirî 13 milyon bermîlên petrola Başûrê Kurdistanê bi rêya Bendera Ceyhanê hatiye hinartin . Her wiha da zanîn ku ew bi Tirkiyê re li ser peymaneke nû nêzîkî hev bûne.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size


Wezîrê Petrolê yê Îraqê Heyan Ebdulxenî derbarê hinartina petrolê, dan û standinên bi Tirkiyê re û vizyona enerjiyê ya Îraqê de axivî.

Heyan Ebdulxenî: Petrola başûrê Kurdistanê diçe Amerîka û Ewropayê

Wezîrê Petrolê destnîşan kir ku di veguhastina petrolê ya bi rêya Bendera Ceyhanê de gihiştine asteke girîng û got:

"Heta niha zêdetirî 13 milyon bermîl petrola Herêma Kurdistanê hatiye hinartin.

Herikîna rojane di navbera 200 heta 208 hezar bermîlan de ye. 

Hemû petrola Herêma Kurdistanê ji bazarên Ewropa û Amerîkayê re tê şandin.

Peymana sala 1973'yan a di navbera Tirkiye û Îraqê de ya ku herikîna petrola xam birêxistin dike, 27ê Tîrmeha 2026’an wê bi dawî bibe."

Wezîrê Petrolê da zanîn ku civîna yekem a di navbera şandeyên Tirkiye û Îraqê de ku 18`ê meha borî li Enqerayê hat li darxistin gelekî berhemdar bû û wiha lê zêde kir:

"Hevdîtinên yekem gelekî erênî bûn.

Ji bo ku em şeklê dawî bidin pêşnûmepeymanê, em ê civîna duyem di demeke nêzîk de li Bexdayê pêk bînin."

"Armanca me ya 2029`an ew e ku rêjeya şewitandina gazê bikin sifir"

Ebdulxenî behsa "gaza pê re" (flaring / gaza ku dema ji derxistina petrolê derdikeve) kir ku lingekî din ê girîng ê stratejiya enerjiyê ya Îraqê ye û wiha got:

"Me ji bo rêlibergirtina şewitîna vê gazê gelek hewildan kirine.

Rêjeya hilberîna gaza pê re ji sedî 35'an derket ji sedî 73'yan. 

Plana dawî ya wezareta me ew e ku heta dawiya sala 2029'an, em hemû gaza ku niha tê şewitandin û îsrafkirin tevlî aboriyê bikin û rêjeya şewitandina gazê (flaring) daxînin sifirê."

"5 heta 6 trilyon dînarên Îraqî dê di xezîneyê de bimîne"

Wezîrê Petrolê yê Îraqê Heyan Ebdulxenî herî dawî wiha behsa destkeftiyên aborî kir:

"Di hilberîna benzînê de jî rêje derketiye ji sedî 80 û armanca me ew e ku dawiya vê salê yan herî dereng destpêka 2026'an, hawirdeya benzînê bi temamî biqedînin.

Bi saya van gavan, em ê piştrast bikin ku salane 5 heta 6 trilyon dînarên Îraqî ku berê ji bo hawirdeya sotemeniyê dihatin xerckirin, di xezîneya dewletê de bimînin.

Her wiha Rafîneriya Bêcî di dîroka xwe de cara yekem dest bi hilberîna benzîna bi kalîteya 95 oktan û jor de kiriye."

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye