Li gorî agahîyên ajansa MAP 16 kes jî birîndar bûne û rewşa hin ji wan giran e.
Tîmên rizgarîyê, lêgerîna ji bo dîtina kesên di bin kavilan de mane berdewam dikin.
Rayedarên herêmî dan xuyakirin ku dibe di saetên pêş de hejmara miriyan zêde bibe.
Kesên birîndar niha li Nexweşxaneya Zanîngehê ya li Fasê tên dermankirin.
Di her du avahiyên li kêleka hev de, heşt malbat dijiyan.
Ev ne cara yekê ye ku li Mexrîbê avahî hildiweşin.
Di Sibata sala borî de xaniyek li bajarê kevn ê Fasê hilweşîya bû û di encamê de pênc kes mir bûn.