Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ragihand ku li Kongoyê 48 kes bi Vîrûsa Ebolayê ketin û 31 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane.
Rêveberê Giştî yê WHO`yê Tedros Adhanom Ghebreyesus diyar kir ku li Kongoyê di nava sê salên dawiyê de, şewba herî giran a vîrusa Ebolayê îsal bû.
Tedros Adhanom Ghebreyesus da xuyakirin ku Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê zêdetirî 14ton pêdiviyên bijîşkî yên bingehîn radest kiriye, pispor şandine û navendeke dermankirina Ebolayê ava kiriye.
Her wiha da zanîn ku niha 16 nexweş li vê navendê tên dermankirin, ji wan 2 nexweş başbûne û ji nexweşxaneyê hatine derxistin.
Vîrusa Ebolayê dibe sedema tayê, êşa laş û îshal.