Ev çend roj in, ji bo ragihandina agirbestekê di navbera Ûkrayna û Rûsiyayê de civîn li ser civînê tê lidarxistin.
Duh li Florîdayê serokê Ûkrayna Volodymyr Zelenskyy û serokê Amerîkayê Donald Trump bi hev re civiyan.
Hate ragihandin ku ev civîn li derdora 2 saetan dewam kir.
“Pêşnûmeya agirbesta ji bo şerê Ûkrayna Rûsyayê %95 amade ye”
Piştî civînê Donald Trump daxuyaniyek da û got:
“ Pêşnûmeya agirbestê % 95 amade ye.
Ez dibêjim qey em gelekî nêzîkî pêkanîna agirbestê bûne.”
Tevî van gotinên hêvîdêr jî, Trump diyar kir ku du pirsgirêk li pêşiya pêkanîna agirbestê hene.
Yek ji van probleman, radestkirina Ûkrayna parêzgeha Donbasê ji Rûsiyayê re.
Ya din jî kontrola li ser santrala nukleerî ya Zaporizhzhia yê ye.
Donald Trump anî ziman ku Rûsya pêşnûmeya Amerîka û Ûkrayna li hev kirine wê bixwîne û wiha lê zêde kir:
“Ez hêvî dikim her du alî hev fam bikin.
Her wiha ez pêşnîyaz dikim ku beriya dengdana muhtemel a li ser plana aştiyê, serokê Rûsyayê Pûtîn serdana Kîevê bike.”
Piştî axaftina Trump, Zelensky ji bo hatina Pûtîn got "bila ew bi xêr were."
Dema ku ji Trump hat pirsîn gelo Pûtin di derbarê aştiyê de cidî ye, wî bersiv da:
"Ez difikirim ku ew cidî ye."