Trump: Keştiya Îranê ya destserkirî diyariyeke Çînê hildigirt

Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku keştiya Îranî ya ku ji aliyê hêzên wan ve hatiye desteserkirin, "diyariyek ji Çînê" hildigirt. Wezarta Derve ya Îranê jî, desteserkirina keştiya bazirganîyê ya Îranê weke “binpêkirina agirbestê” bi nav kir û hişyarî li ser encamên giran ên girtina vê keştiyê da.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Di şeva 19`ê nîsanê de, keştiya baziraganîyê ya Îranê ya bi navê Toska, ji alîyê hêzên Amerîkayê ve, li Kendava Umanê hate desteserkirin.

Serokê Amerîkayê Donald Trump di derbarê vê mijarê de, li ser Kenala CNBC`ê axivî.

Donlad Trump da xuyakirin ku tiştên li ser vê keştiyê hatine dîtin, ne xweş bûn û wiha got:

“Dibe ku ev tişt diyariyek ji Çînê bin, nizanim.

Lê ez hinekî matmayî mam, ji ber ku têkiliyeke min a pir baş heye, û min digot qey di navbera min û Serokê Çînê Xi Jinping de têgihîştinek heye."

Îran: Êrîşa li ser keştiya me binpêkirina agirbestê ye

Li gorî Ajansa Tesnîmê ya Îranê jî, Wezareta Derve ya Îranê di derbarê vê yekê de daxuyaniyek belav kir.

Wezareta Derve ya Îranê ev yek bi tundî şeremzar kir û ew wekî “ kiryareke terorîstî ” bi nav kir.

Di heman demê de Wezaretê destnîşan kir ku ev yek binpêkirina peymana agirbestê ya di navbera Tehran û Washingtonê de ye.

Wezareta Derve ya Îranê di daxuyaniya xwe de, li ser encamên giran ên girtina keştiyê hişyarî da û daxwaza berdana tavilê ya keştiyê û ekîba wê kir.

CNN: Çîn amadekariyan dike ku pergala parastinê bişîne Îranê

Hefteya borî jî, CNN`ê belav kiribû ku Îstixbaratên Amerîkî destnîşan kirine ku Çîn amadekariyên xwe dike ku di çend hefteyên pêş de sîstemên parastina asmanî yên nû bişîne Îranê.

Trump berê jî, dabû xuyakirin ku ger Pekîn çekan bişîne Tehranê, dê bi encamên neyînî re rû bi rû bimîne.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye