Profesora Amerîkayî, Helen Longino nameyek ji DEM Partiyê re şand, bal kişand ser Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo û destnîşan kir ku vê bangê bi rastî jî bandor li wê bi xwe kiriye û wiha nivîsand:
"Ez biryardariya DEM Partiyê ya ji bo avakirina civakeke demokratîk, pirrengî û aştiyane ya li Tirkiyê bi kêfxweşî pêşwazî dikim.
Bandora Abdullah Ocalan a ku têkoşîna çekdarî daniye aliyekî û rêya aştiyane ya ji bo bidesxistina mafên Kurdan û her kesên li Tirkiyê danî ber xwe, bi rastî jî bandor li min kir."
Li seranserê cîhanê piştgiriya ji bo Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, her ku diçe mezin dibe.