Wezareta Parastinê ya Rûsyayê di daxuyaniyekê de da zanîn ku hêzên wan, di navbera 1ê çile û 25ê îlona 2025an de zêdetirî 4,714 kîlometre çargoşe ji xaka Ûkraynayê kontrol kirine. Her wiha 205 bajarok hatine bidestxistin.
55 Dronên Ûkraynayê hatin têkbirin
Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku hêzên parastina asmanî, şeva borî li qada hewayî ya herêmên Rûsyayê 55 dronên Ûkraynayê têk birine.
Wezaretê ragihand ku hêzên Rûsyayê bajarokê Yunakivka li Herêma Sumy kontrol kirine û destnîşan kir ku wan di warê alav û karmendan de zirarên mezin gihandine hêzên Ûkraynayê.