Li Urmiyê ji ber teqîna gazê 3 kes birîndar bûn

Li avahiya Rêveberiya Perwerdeyê ya Parêzgeha Ûrmiyê teqînek çêbû û di encamê de 3 kes birîndar bûn. Her wiha Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê jî ragihand ku Somayeh Raşîdî ya ku li Girtîgeha Qerçek a Îranê dihat ragirtin ji ber rewşa tendirustî jiyana xwe ji dest daye.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Serokê Rêveberiya Rewşên Awarte yê Parêzgeha Ûrmiyê ragihand ku di encama teqîna gazê ya li avahiyê Rêveberiya Perwerdeyê ya Parêzgeha Urmiyê de 3 kes birîndar bûne.

Li gorî agahiyên ajansa ILNAyê parve kiriye teqînê duh di Saet 11:09' de li avahiyê Rêveberiya Perwerdeyê ya Parêzgeha Urmiyê rû daye.

Serokê Rêveberiya Rewşên Awarte Rezazade da zanîn ku ev teqîn ji ber herîkina gazê û xetimandinê çêbûye.

 

Li girtîgeha Qerçek a Îranê jinekê jiyana xwe ji dest da

 

Li aliyê din li Girtîgeha Qerçek a Îranê, Somayeh Raşîdî ji ber ku rewşa tendirustîya wê giran bû, piştî rakirin nexweşxaneya Mofatteh a li Varaminê jiyana xwe ji dest da.

Çavkaniyên mûxalîf û rêxistinên mafên mirovan, eşkere kirin ku dermankirina girtiya 43 salî Somayeh Raşîdî hatiye redkirin, lewma mirina wê encama xemsariyê ye û rejîm hewl dide berpirsiyariya xwe veşêre.

Rêxistinên mafên mirovan mirina Somayeh Raşîdî wekî encama nezîkatiyên xirab û îhmalkirina gitîyan di girtîgehên Îranê de dibîne.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24