Nûçegihanek Reutersê li herêmek nêzîk dîmenê bûyerê kişandiye, di dîmenan de tê dîtin ku her du zilam ji avahiyekî derdikevin û xuyaye ku teslîm dibin lê hêzên Îsraîlî her duyan jî gulebaran dikin û dikujin.
Desthilata Filistînê kuştina bêdadgeh a du Filistîniyên li Cenînê şermezar kir û wekî "sûcekî şer" bi nav kir.
Di daxuyaniyek hevbeş de, artêş û polîsên Îsraîlê gotin ku di operasyona dijî terorê ya li Cenînê de, efser û leşkerên Polîsên Sînor ji bo girtina hejmarek Filistîniyên ku guman dikin tevlî êrîşên bombeyî û gulebaranê yên li dijî hêzên Îsraîlê bûne, xebitîne.
Artêş û polîsên Îsraîlê piştrast kirin ku bûyer ji aliyê fermandarên meydanî ve, di bin nirxandinê de ye û dê ji bo lêpirsînê ji rayedarên pêwendîdar re were şandin.