Serokê Meclisa Tirkiyê Numan Kurtulmuş piştî civîna Koma Meclisê ya CHP’ê, diyar kir ku xebata komîsyonê ji bo demokrasiya Tirkiyê mînakek e û parlamenterên ji partiyên cuda li ser rapora hevpar li hev kirine.
Numan Kurtulmuş bal kişand ser bendên 6 û 7’an ên raporê ku sererastkirinên qanûnî û hiqûqî dihewîne û got:
"Ez hêvî dikim ku pêşniyarên me yên şênber bi taybetî derbarê bendên 6 û 7’an de, di demeke kurt de ji hêla partiyên siyasî ve werin destgirtin.
Her wiha li Komîteya Giştî ya Meclisê xebatên qanûnîkirinê bên destpêkirin.”
Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel jî diyar kir ku pêvajo di xala lihevkirinê de ye û wiha axivî:
"Ger aştî were Tirkiyê, divê her kes destê xwe bixe binê vî kevirî.”
Ozgur Ozel anî ziman ku divê xalên 6 û bi taybetî 7 a ku gavên demokratîkbûnê dihewîne bêyî dereng bibe bên derxistin.
Ozel destnîşan kir ku mijarên rêzgirtina ji bo biryarên dadwerî û biryarên Dadgeha Destûrî, serweriya hiqûqê û rêgeza darizandinê ruhê raporê pêk tînin û got:
"Wekî ku Serokê Meclisê jî diyar kir ev baweriya ku meclis dide hev e. Dema ku ev pêvajo bi vî rengî bi ser bikeve, wê tu kes winda neke.”