DEM Partî serdana CHPê kir û piştgiriya xwe anî ziman

Piştî ji erk girtina rêveberiya bajêr ya Stenbolê ya CHP ji gelek aliyan bertek hatin. CHP jî li hember biryarê li gel dadgehê îtîraz kir.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Piştî ji erk girtina rêveberiya bajêr ya Stenbolê ya CHP’ê gelek alîyan bertek nîşan dan. DEM Partî serdana piştevaniyê kir, li Mersînê jî platforma Ked û Demokrasiyê daxuyaniyek girseyî dan. CHP jî Ii hember vê biryarê serladana îtîrazê kir.

Rêxistina DEM Parti ya Stenbolê û heyeta li gel wî ji bo piştevaniyê sardana Serokatiya Bajêr ya Stenbolê ya CHP’ê kirin. Di serdanê de peyamên têkoşîn û hevgirtinê hate dayîn.

Piştî hevdîtinê daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê de Serokê CHP’ê yê Bajarê Stenbolê yê ku ji kar hatiye dûrxistin Ozgur Çelîk spasiya heyetê kir û got: “Desthilatdarî dixwaze hemû muxalefetê, civakê bêdeng bike, bitirsîne û çavê wan bişkîne.

Li hember vê her kesê ku alîgirê aştî, demokrasî, azadî û dadê ye, em ê bi hev re têbikoşin û em ê van rojên zehmet derbas bikin.”

Piştî wê Hevserokê DEM Partî ya Stenbolê Çinar Altan axivî û da zanîn ku ev biryara dadgehê ne hiqûqî ye û li hember vê biryarê ne. 

Altan destnîşan kir ku her tim li dijî dizaynkirina siyasetê ya bi destê darazê ne û wiha axivî: 

“Du lingên bingehîn yê aştiyê hene: Yek dade û ya duyem jî demokrasiye. Lewre ev darbe di esasê xwe de li hember aştiyê darbeyek e.”

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mersînê jî li hember biryara dadgehê çalakiya protestoyê pêk anî.

Di çalakiya ku li Parka Zarokê Azad pêk hat de Serokê Odaya Bijîşkan ya Mersînê Dr. Îzzet Çaliş axivî û wiha got: “Kesên ku bi hilbijartinê hatine bi rêya qeyyuman girtin, li hember hilbijartinên gel yên demokratîk darbeyeke.”

Çaliş da zanîn ku daraza ku ketiye bin kontrola desthilatdariyê bûye amûrekî tepisandin û di bin zextê de girtina muxalefetê.

Çaliş destnîşan kir ku ew polîtîkayên qeyyuman qebûl nakin û wiha pê de çû: “Em ê ti carî polîtîkayên qeyyuman rewa nebînin, demokrasî dê bibe berhema yên têdikoşin”

CHP’ê serlêdana îtîrazê li Dadgeha Hiqûqê ya Asliye ya 45'an a Stenbolê kir ku biryara ji erk dûrxistina Rêveberiya Bajêr a Stenbolê da.

 

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24