Li Sêrtê agir bi daristaneke ket

Li gundê Siyanisê yê ser bi navçeya Hewêlê ya parêzgeha Sêrtê, ji ber sedemeke nediyar agir bi daristanê ket. Şewata ku bi şev dest pê kir, bi hewildanên hevpar ên gelê herêmê û tîmên agirkujiyê yên ji parêzgehên derdorê hatine, hat vemirandin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Şeva borî li sînorê gundê Siyanisê yê ser bi navçeya Hewêlê (Baykan) a parêzgeha Sêrtê, ji ber sedemeke ku heta niha nehatiye zelalkirin agir bi qada daristanî ket. Li ser bilindbûna pêtên agir, welatiyên li herêmê yekser ji bo vemirandina şewatê dest bi xebatan kirin û agahî dan tîmên peywendîdar.

Ji ber mezinbûna agir, ji parêzgeha Sêrtê û parêzgehên derdorê yên wekî Amed, Êlih û Bedlîsê tîmên agirkujiyê bi hawara herêmê ve hatin şandin. Di encama hewildanên dijwar û hevkariya di navbera gelê herêmê û tîmên agirkujiyê de, agir hat kontrolkirin û bi temamî hat vemirandin. Heta niha bi fermî nehatiye eşkerekirin ku çi qas zirar gihştiye daristanê û çend donim qad şewitiye.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye