Artêşê Rûsyayê êrîşî navendên pîşesaziya leşkerî û lojîstîkê li Kîev û Odessayê kir

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku piştî bi dawîbûna agirbesta sê rojî, hêzên wan êrîşên asmanî yên berfireh birine ser herêmên cuda yên Ukraynayê û tê de kargehên leşkerî, navendên belavkirina barên şer û binesaziya bendergehan armanc girtine.Gelek xalên girîng di navenda van êrîşan de bûn.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li gorî daxuyaniya fermî, artêşa Rûsyayê bi şevê bi çekên pêşketî ên ji bejahî, derya û asman ve tên avêtin, li gel dronên dûravêj êrîşeke mezin biriye ser Kîev û derdora wê. Di van lêdanan de cîhên hilberandin û embarkirina dronan û moşekên krûz, her wiha navendên veguhastina kelûpelên leşkerî rasterast hatine lêdan.

Li herêma Odessayê jî, binesaziya bendergeha "Chernomorsk" ku ji bo daxistina barên leşkerî dihat bikaranîn tevî tankerekî sotemeniyê yê artêşa Ukraynayê bûn armanca moşekan.

Ev pêla nû ya êrîşan piştî wê yekê tê ku agirbesta 3 rojî ya ku ji aliyê Serokê Rûsyayê Vladimir Putin ve bi helkefta serdana şandeyên Amerîkî ji bo paytext Kîevê hatibû ragihandin, bi dawî bû. Li aliyê din, Wezareta Parastinê ya Rûsyayê eşkere kir ku di heman şevê de sîstemên wan yên parastina asmanî karine 384 dronên Ukraynayê li ser asmanê herêmên Rûsyayê rûxînin û bixin xwarê.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye