Li Kamerûnê piştî hilbijartinê 4 kes hatin kuştin

Li Kamerûnê beriya ragihandina encamên hilbijartinên serokatiyê, di xwepêşandanên muxalefetê de 4 kes ji aliyê polîsan ve hatin kuştin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Duh Komîsyona hilbijartinê (Elecam) destnîşan kir ku li gorî daneyên destpêkê Serokê berê Paul Biya yê 92 salî bi ser ketiye. 

Ji ber vê encamê namzedê opozîsyonê Issa Tchiroma Bakary banga derketina xwepêşandanan kir.

Piştî bangê  muxalifên nerazî bertek nîşan dan û derketin xwepêşandanan, lê hikûmeta li Kamerûnê êrîşî wan kir û di encam de 4  kes hatin kuştin,30 kesên din jî hatin girtin.

Li gorî planê, Konseya Destûrî wê encamên dawî yên hilbijartinên serokatiyê saet

11:00 (10:00 GMT) li paytext Yaoundé eşkere bike.

Serokê Kamerûnê Paul Biya ev  43  sal in li ser desthildariyê ye.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye