Agirbesta di navbera Tayland û Kamboçyayê de hat binpêkirin

Agirbesta di navbera Tayland û Kamboçyayê de hat binpêkirin û serokwezîrê Malezya daxuyakirin ku welatê wî amade ye hêzekê bişîne ser sînorê di navbera her du welatan de da ku çavdêriya agirbestê bike.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Piştî ku duh bi navbeynkariya serokwezîrê Malezyayê, agirbesteke bêmerc di navbera Tayland û Kamboçyayê de hatibû ragihandin, îro Artêşa Taylandê daxuyaniyeke nivîskî belav kir û tê de got ku li çend xalên sînorî, hêzên Kamboçya êrîş kirine, li hember jî hêzên Taylandê bersiv dan û şer çend demjimêran dirêj kir.

Di encama şerê 5 rojan ê di navbera her du welatan de, 36 kes hatibûn kuştin û nêzî 300 hezar kes jî koçber bibûn, lê Amerîka, Çîn û çend welatên din navbeynkarî kirin, herî dawiyê jî, duh li Malezya serokwezîrên Tayland û Kamboçya bi serpereştiya serokwezîrê Malezya bi hev re civiyabûn û li ser agirbestê lihev kiribûn.

 

 

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24