Hûsî: Em ê bersiva kuştina serokwezîr û wezîran bidin

Li paytexta Yemenê, serokwezîr û çend wezîrên hikûmeta Hûsiyan di êrîşeke Îsraîlê de hatin kuştin. Hûsiyan gef li Îsraîlê xwarin û soz dan ku wê bersiva êrîşê bidin. Ji aliyê xwe ve jî wezîrê Parastinê yê Îsraîlê da xuyakirin ku ev êrîşa li dijî Hûsiyan hatiye kirin, tenê destpêke û gelek gavên din mane.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Koma Hûsî ya Yemenê ragihand ku ew ê bersiva kuştina serokwezîrê xwe Ehmed Xalîb el-Rahwî û hejmarek wezîran bidin.

Serokê Konseya Bilind a Siyasî ya Tevgera Ensarulah Mehdî Meşat gef li Îsraîlê xwar û diyar kir ku ji ber kuştina serokwezîr û hejmarek wezîran ew ê tolê hilde.

Di heman demê de, Hûsiyan piştrast kirin ku kar û barên asayî di nav saziyan de, dê berdewam bikin û Mihemed Ehmed Miftah dê wekî serokwezîrê demkî were destnîşankirin.

 

Îsraîlê serokwezîrê Hûsiyan kuşt

 

Li gorî çavkaniyên xwecihî ji Yemenê eşkere kirin ku ji ber bombebarana Îsraîlê li ser paytexta Yemenê Sanaayê, Wezîrê Ragihandinê, Wezîrê Perwerdehiyê û Wezîrê Karûbarên Civakî, her wiha Wezîrê Derve, Wezîrê Edaletê, Wezîrê Ciwan û Werzîşê, Wezîrê Elektrîk û Enerjiyê, Cîgirê Wezîrê Karên Hundir û Rêveberê Ofîsa Serokwezîr jî, hatine kuştin.

 

Di êrîşa li Sanaayê de gelek wezîr jî hatin kuştin

 

Ji aliyê xwe ve jî, Îsraîlê tekez kir ku gelek wezîr û rayedarên Hûsiyan di encama bombebarana hêzên wan ên hewayî de, hatin kuştin

Artêşa Îsraîlê ragihand ku ew hebûna fermandarên payebilind ên leşkerî di civîna hedefgirtî ya rêberên Hûsiyan de, li Yemenê piştrast dike.

Berdevkê artêşa Îsraîlê diyar kir ku operasyon tenê çend seatan piştî wergirtina îstîxbaratê li ser civînê pêk hatibû û got: "Ji bo destnîşankirina agahiyên rastîn li cihê hatiye hedefgirtin, lêkolîn berdewame. "

 

Katz: Tiştê ku qewimî tenê destpêke

 

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Israel Katz eşkere kir ku ew ê biryar bidin kengî şer bi Hûsiyan re bi dawî bibe.

Katz gefeke nû xwar û got ku tiştê Îsraîlê bi serê Hûsiyan de aniye, tenê destpêk bû.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24