“Divê pêşeroja Sûriyê bi demokrasî û wekheviyê bê avakirin”

Nûnerê Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Dr. Mihemed Mustefa beşdarî Kongreya Yekitiyên Karkeran ên Brîtanyayê (TUC Congress 2025) ya li bajarê Brightonê bû.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Mihemed Mustefa da zanîn ku divê pêşeroja Sûriyê bi demokrasî û wekheviyê were avakirin û divê peymaneke civakî ya nû ku tê de maf û rola jinan diparêze, were sazkirin.

Mustefa destnîşan kir ku divê nimûneyeke aborî ya hevbeş ji bo pêkanîna xwetêrkirinê û parastina ekolojiyê were pêşxistin.

Di kongreyê de rêveberê Kar û barên Navneteweyî ya Yekitiya "UNITE" ya Brîtanyayê Simon Dubin diyar kir ku berxwedana Kobanê ya 2014'an di têkoşîna li dijî terorê de qonaxeke girîng bû û wiha got:

''Gelê Sûriyê hîn jî ji ber koçberî, wêranî û krîza aborîyê zehmetiyan dikişîne, ji bo wê divê alîkariyên mirovî werin zêdekirin û çareseriya siyasî were pêşxistin.''

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24