Ajansa Reuters nirxandinên Serokwezîrê Birîtanya Keir Starmer di derbarê bernameya atomî ya Îranê de ragihand.
Şerê di navbera Îsraîl û Îranê de di roja dehemîn de didome. Îro Emerîka jî bi êrîşa hewayî ya li ser tesîsên nukleerê ya Fordo, Natanz û Îsfahan tevlî şer bû. Îsraîl û Emerîka ji Îran dixwaze ku dawî li bernameya nukleerê bîne lê Îran di vê derbarê de gav paş de navêje. Ji ber vê yekê şer niha di van kêliyan de di navbera aliyan de bi êrîşên hewayî didome.
Di vê derbarê de Serokwezîrê Birîtanya Keir Starmer di derbarê bernameya atomî ya Îranê got ku Îran çekên nukleer pêş bixe û Emerîka, ji bo sînorkirina vê gefê tedbîr girtine. Starmer diyar kir ku rewşa Rojhilata Navîn hîn jî ne arame, bidestxistina îstîqrarê li herêmê pêşiya her tiştî ye.
Di dawiyê de Starmer wiha bang li Îranê kir: “Ez bang li Îranê dikim, vegere li ser maseya danûstandinê, ji bo bidawîkirina kirîzê û çareseriyeke dîplomatîk bi dest bixin.”
Ezîma Hesin