Droneke Rûsyayê li avahiyeke Romaniyayê ket

Di dema êrîşên Rûsyayê yên li ser Ûkraynayê de, droneke Rûsyayê ket qada hewayî ya Romanyayê û li avahiyekê li bajarê Galati ket. Ji bo vê jî, ji gelek welatên Ewropayê, daxuyaniyên şermezariyê derketin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Wezareta Parastinê ya Romanyayê ragihand ku şeva 28-29’ê Gulanê, di dema êrîşên Rûsyayê yên li ser Ûkraynayê de, droneke Rûsyayê ket qada hewayî ya Romanyayê.

Her wiha piştî şopandina radarê, dron li banê avahiyekê li bajarê Galatê ket û bû sedema şewatê.

Di bûyerê de 2 kes bi rengekî sivik birîndar bûn.

Rêveberiya Romanyayê ev yek weke yek ji binpêkirinên herî cidî yên li ser xaka welêt nirxand.

Her wiha Serokkomarê Romanyayê Nicuşor Dan jî banga civîneke lezgîn li Konseya Parastinê ya Bilind kir.

Wezîra Karên Derve ya Romanyayê Oana Toiu bûyer weke “nêzîkatiya bêberpirsyar” a Rûsyayê nirxand.

NATO û YE'yê ev bûyer şermezar kir

Toiu diyar kir ku dibe ku madeya 4’an a mekanîzmaya şêwirmendiyê ya Peymana NATO’yê bikeve rojevê.

NATO’yê nêzîkatiya Rûsyayê weke “bêberpirsyarî” nirxand û ew şermezar kir.

Sekreterê Giştî yê NATO’yê Mark Rutte ragihand ku ew bi rayedarên Romanyayê re di nava peywendiyê de ne.

"Rûsyayê di şer de careke din sînorê xwe derbas kir"

Her wiha Serokê Komîsyona Ewropayê Ursula von der Leyen got:

"Rûsyayê di şerê li dijî Ûkraynayê de careke din sînorê xwe derbas kir."

Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot jî bûyer weke “çalakiyeke bêberpirsyar” nirxand.

Wezîrê Karên Derve yê Ûkraynayê Andrii Sybiha diyar kir ku bûyera li Romanyayê careke din nîşan da ku êrîşkariya Rûsyayê ne tenê li Ûkraynayê, lê li herêma Deryaya Reş û hemû Ewropayê gefê dixwe.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye