Çekdarên 'Seraya Ewliya Dem' nepejirandin ku çekên xwe radest bikin

Çekdarên Seraya Ewliya Eddem a bi ser Heşdî Şebî ve, bi daxuyaniyekê ragihand ku ew çekên xwe radestî hikûmeta Îraqê nakin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Ev demek e dosyaya radestkirina çekan ji bo hikûmeta Îraqê ku dê destpêka Hezîranê dest pê bike, rojeveke sereke ya Îraqê ye.

Çekdarên Seraya Ewliya Dem a ser bi Heşda Şebî ve, red kir ku çekên xwe radestî Hikûmetê bike.

Berdevkê leşkerî yê wê komê Ebû Mihdî Ceferî, li ser hesabê komê yê Telegramê bi daxuyaniyekê got:

Na ji radestkirina çekan re, na ji axavtina li ser aramiyê re beriya ku zilim û û dagîrkeriya li ser Îraq rabin.

Di daxuyaniyê de Ebû Mihdî Ceferî helwesta xwe ya li hember radestkirina çekan û hebûna hêzên Amerîkî li Îraqê nîşan dide.

Di berdewamiya daxuyaniyê de Mihdî Ceferî ev tişt anî ziman:

Di cengê de bi navê  zarokên mirovên baş bang li me dikin, lê di aştiyê de navê kesên welatparêz ji bîr dikin.

Ebû Mihdî Ceferî wiha daxuyaniya xwe bi dawî kir:

Welat ji aliyê rêwiyan ve nayê parastin, ji berxwedanê re mirovên dilsoz hene ku di her tengasiyê de parastina Îraqê dikin.

Seraya Ewliya Dem komeke çekdarên Şîî ya Îraqî ye, nêzîkî Îranê ye û li dijî hêzên Amerîkî yên li Îraqê kar dike.

Sala 2020’an, yekemîn êrîşên xwe li dijî barhilgirên Îraqî ku bi maddeyên Amerîkî barkirî bû, pêk anî.

Di daxuyniyê de jî, dema ku behsa dagîrkeriya Îraqê dike, mebesta wê Amerîka ye.

27’ê gulanê rêberê Şîe Muqteda Sedir ragihand ku Hêzên Seraya Selam ji Şepêla Şîe vediqete û tev li nava Hikûmetê dibe.

Hikûmeta Îraqê jî spasiya biryara Sedir kir.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye