Şerê Rûsya û Ûkrayna bandoreke mezin li aboriya Iraqê dike

Pisporên aborî û petrolê yên Iraqî, diyarkirin ku şerê Rûsya û Ûkrayna bandoreke mezin li aboriya Iraqê dike.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Pisporên aborî eşkere kirin ku  95% ji aboriya Iraqê, ji dehata petrolê ye.

Pisporê Aboriyê Ebdulmecîd Şemerî, got:" Eger şerê Rûsya û Ûkrayna bisekine, ceza wê ji ser Rûsya rabe û wê dest bi firotina petrolê bike.

Dibe ku nirxê bermîla petrolê, dakeve jêrî 50 dolarê Amerîkî."

Şemerî, da zanîn ku di wê demê de, hikûmeta Iraqê wê nikaribe mûçan peyda bike.

Pisporê Neftê Hemze Cewahîr jî, anî ziman ku  heya niha, pirsgirêkên berhemhênerên petrolê ya di nava hevpeymana OPEC Plus de, sabit mane.

Hemze Cewahîr da xuyakirin ku aramiya petrola Iraqê, girêdayî sînorê rêjeya ku tê hilberandin e.

"Têkiliya Îraqê, bi saziya OPEC’ê re ye û eleqeya xwe bi têkiliyên di navbera welatan de, nîne."

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye