Ajansa Enerjiyê ya Navneteweyî IEA’yê daxuyand ku nêzîkî 40 tesîsên sereke yên enerjiyê li Rojhilata Navîn ji ber şerê di navbera Amerîka-Îsraîl û Îranê de, zirar dîtine.
Heta niha hatiye piştrastkirin ku rojane zêdetirî 12 milyon bermîl badilhewa diçe.
Rêveberê IEA’yê Fatih Birol diyar kir ku ev krîz ji her du krîzên petrolê yên salên 1970'î û windakirina gaza Rûsyayê di sala 2022'an de, bi hev re, xirabtir e.
Şerê Îranê bû sedema têkçûna Tengava Hurmizê.
Berî şer nêzîkî ji sedî 20 bazirganiya petrol û gazê ya cîhanê di tengavê re derbas dibû.
Lê ji ber girtina tengavê bihayê bermîleke petrolê 120 dolar derbas kiriye. Li Ewropayê jî bihayê gazê ji sedî 70’î derbas kir.
Dewletên endam ên IEAˊyê, bi armanca aramkirina astên bilindbûna bihayan, li hev kir ku 400 milyon bermîl petrol ji rezervên xwe yên stratejîk bikişînin.
Fatih Birol di vî warî de anî ziman ku ew îhtîmala bikaranîna rezervên stratejîk ên zêdetir lêkolîn dikin, eger ew bibînin ku hewcedariya bi petrola xav an berhemên wê heye, dibe ku mudaxele bikin.
Birol pêşbînî kir ku astengiyên ji Rojhilata Navîn dabînkirina petrolê, wê di Nîsanê de xirabtir bibin û wê bandorê li Ewropayê bikin, ji ber ku dabînkirin ji ber girtina Tengava Hurmizê kêm bûne.