Li gorî ku çavkaniyên aborî yên Sûriyê ragihadine wê tevahiya bankên giştî û taybet yên Sûriyê di navbera 27ˊê Kanûnê û 2ˊyê Çileyê de werin girtin.
Her wiha ev yek jî ji bo temamkirina plana guherîna pereyên Sûriyê ye û li gorî ku hatiye zanîn wê 2 sifir ji pereyên nû bên rakirin.
Li aliyekî din jî banka Sûriyê ya navendî daxuyakirin ku ti dîrok ji bo derketina pereyên nû nehatiye ragihandin û destnîşan kir ku bank hemû karên xwe dimeşînin.
Her wiha Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê berê bi saziya Rûsî Goznak ya çapkirina pereyan re peymanek kiribû, da ku banknotên nû hilberîne û di salvegera yekem a rûxandina Esed de wan derxîne.