Komîsyona diyarkirina mûçeyan îro dicive

Komîsyona diyarkirina mûçeyan herî kêm ya sala 2026'an ku bi milyonan xebatkaran eleqedar dike, îro dicive. Li Tirkiyê 7 milyon karker li benda encama vê civînê.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Komîsyona ji bo diyarkirina "mûçeya herî kêm" îro civîna xwe ya duyemîn li dar dixe.

Di civînê de aliyên hikûmetê, karker û karsaz dê li ser zêdekirina ku bê kirin niqaşan bikin û mûçeya nû ya sala 2026'an dîyar bikin.

Rêjeyên zêdekirina ku tê axaftin di navbera ji %20 û ji %40 de ye.

Wekî salên berê, tê texmîn kirin ku mûçeyê kêmtirîn ji bo sala nû piştî 3-4 civînan were destnîşankirin.

Li gorî vê, bi zêdebûna %31, mûçeya net dê bibe 28,956 TL, û bi zêdebûna %32, dê bibe 29,177 TL.

Li Tirkiyê mûçeya herî kêm niha 22,104 TL ye ku 7 milyon karker bi wê perê dixebite.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye