Li Sûriyê tenê di rojekê de 8 kes hatin kuştin

Navenda Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyê (SOHR)’ê ragihand ku li cih û deverên cuda yên Sûriyê di 3’yê cotmehê de 8 kes hatin kuştin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Di derbarê hûrguliyên kuştina van 8 kesan de SOHR’ê ev agahî da:

“Cîhadîstekî ne-Sûrî li gundewarê bakurê Idlibê, nêzîkî sînorê Sûriye-Tirkiyê, hate kuştin.

Ji ber guleyeke bê ser û ber li Hemayê ciwanekî jiyana xwe ji dest da.

Li gundewarê Dêrazorê, xortekî 20 salî bi guleya apê xwe hate kuştin.

Li gundewarê bakurê Helebê û li gundewarê Derayê jî termê 2 kesan hat dîtin.

Welatiyekî 50 salî ji ber teqîna bombeyeke destan, li bajarê Idlibê jiyana xwe ji dest da.

Xortekî Şîe ji aliyê komeke çekdar ve hat kuştin.

Li gundewarê Şamê, zarokekî 15 salî piştî ku ji aliyê 2 kesên nenas ve hatibû revandin, kuştî hat dîtin.”

 

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24